Di vê peyama vîdeoyî de ku bi xwendina sûreya Nesr dest pê kir wiha got: Bi îzna Xwedê serkeftin nêzîk e. Hizbullaha Lubnanê bi êrîşên xwe Telavîva paytexta Rejîma nemeşrû ya Siyonîst têk bir. Em êrîşa hovane ya Îsraîlê ya vê penceşêrê ya li ser birayên xwe û hezkiriyên xwe yên li Lubnana ezîz şermezar dikin.
“Şêx Ebdullah El-Deqaq” di berdewamiya axaftina xwe de got: Em daxwazê ji alema Îslamê dikin ku alîkariya hezkiriyên me yên li Lubnanê bikin. Her wiha daxwaz ji Komkara Erebî, Rêxistina Hevkariya Îslamî, Netewên Yekbûyî û hemû sazî û rêxistinên navdewletî, navçeyî û erebî dikin ku piştevaniya birayên me yên li Lubnanê bikin.
Wî di dawiya vê axavtina vîdeoyî de tekez kir: Hizbullaha Lubnanê dersekê dide Rejîma Siyonîst ku tu carî ji bîr nakin û bi îzna Xwedê serkeftin nêzîk e. Em hevxemiya xwe ji birayên xwe û hezkiriyên xwe yên li Lubnanê re dixwazin, ji Xweda rehmet û bexşandina şehîdan û ji bo birîndaran jî şifaya lezgîn dixwazin.
